Li Navçeya Pîranê ya Amedê ji 21 kesên ku duh hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin.
Duh di demjimêr 04.00'an de li Navçeya Pîrana Amedê polîsan bi ser avahiya Rêxistina BDP'a Pîranê û di nav de mala Şaredarê Pîranê Mûstafa Ûygûner û Serokê BDP'a Pîranê Cemal A. Sert jî hebû girt. Di serdegirtina avahiya BDP'ê ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Pîranê tê meşandin de pêk hat de, 3 lêgerîn hatin kirin.
Di encama serdegirtina malan de Serokê BDP'a Pîranê Cemal A. Sert, Recep Yilmaz, Mûstafa Oztûtûş, Zulfiye Kîşmîr, Ekrem Baysongûr, Mehmet Cengîz, Necbetttîn Aykûtbay, Feyza Arîkan, Selahattîn Dûrmaz, Şerîfe Bînbîr, Mehmet Aybar, Recep Ateşmen, Emrûllah Akguneş, Yaşar Oztûtûş, Ramazan Dûrgûn, Abdûlbahar Dûrgûn, Zulfu Eroglû, Mahmût Akdag, Alî Guneş û Mehmet Akgunduz hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsana Pîran.
21 kesên duh hatin binçavkirin îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger 21 kes bi daxwaza girtine sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî derbarê Cemal A. Sert, Recep Yilmaz û Mustafa Oztutuş, Zülfiye Kişmir, Necbetttin Aykutbay, Feyza Arıkan, Recep Ateşmen, Zulfu Eroglu, Mehmet Akgunduz Îbrahim Koktay bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" û li dijî xala 2911'an derketine biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Dadger 11 kes serbest berdan.