Qeyûmê Tirk Osman Dogramaci ku bi pêkanînên xwe rê li ber nerazîbûnan vekir, vê carê jî dest avêtin nivîsên bi Kurdî.
Qeyûm Dogramaci ku heman bêjin li navçeya Payîzava ya Wanê zimanê Kurdî qedexe kiriye, tabelaya bi Kurdî ya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" ya li pêşiya navçeyê guherand. Qeyûm li şûna vê gotina "Şehrî-Ab" ku bi Erebî tê wateya "bajarê kêfxweşiyê" daliqand.
Hevseroka HDP'ê ya Payîzavayê Handan Karakoyûn nerazîbûn nîşanî daxistina talebaya bi Kurdî da û diyar kir, yên ku operasyona 'milîkirinê' li navê kolanên wan kirine, niha jî dest li tabelayên bi Kurdî jî werdane. Karakoyûn ragihand, tabelaya navborî sala 2015'an ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve bi 3 zimanan hatiye nivîsandin û got, "Xweranegirtina li Kurdî, zîhniyeta xwe ya tekparêz li her derê li dijî her tiştî nîşan dide. Em vê yekê careke din şermezar dikin."