Li navçeya Payîzava ya Wanê polîsan bi hinceta gêrîla hene bi ser 2 malan de girt. Di encama serdagirtinan de li malan lêgerî pêk hat û tu kes nehate binçavkirin.
Li gorî agahiyan şevê din li navçeya Payîzava ya Wanê polîsan li taxa Otbîçer bi ser mala Keyayê taxa Nevzat Ortakçi û mala welatiyê bi navê Salîh Sertkal de girtin. Polîsan bi hinceta li malan gêrîla tên xwendankirin bi ser malan de girt. Piştî serdagirtinê li malan lêgerîn pêk hat û tu kes nehate binçavkirin.