Li Pasûrê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Li Pasûrê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Pasûra Amedê di bin wesayîtekê de teqemenî teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, teqemeniya ku danîne bin wesayîta li ber Otela Çinar ya li pişt Avahiya Hikumetê ya Pasûrê di demjimêrên şevê de bidengek mezin teqiya. Di bûyerê de Erhan Taş, Erhan Başer û mamostayekî ku navê wî nehate zanîn, ji ber camên şekestî sivîk birîndar bûn. Birîndar piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê li ser lingan hatin dermankirin û derketin.