Di operasyona li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê ya 9 roj in berdewam dike pevçûn rû da. Di pevçûnê de polîsê tîma tevgera taybet hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku herêma pevçûnê ji aliyê helîkopteran ve hate bombebarankirin.
Piştî di 12'ê gulanê de gerîlayên HPG'ê Serokê Rêxistina AKP'ê yê Pasurê Veysel Çelîk girt li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê operasyon hate destpêkirin û 9 roj in operasyon berdewam dike.
Li herêmên Serê Sipî, Şenyayla û Çiyayê Kozmê yên operayonê lê didome pevçûn derket. Di pevçûnê de endamek tîma taybet hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. 9 roj in ber bi herêmê ve tîmên taybet, leşker û yekîneyên taybet tên sewqkirin. Hate ragihandin ku herêma operasyonê ji aliyê helîkopteran ve tê bombekirin.
Waliyê Amedê Mûstafa Toprak pevçûnê piştrast kir û diyar kirku diyar kir ku ji birîndar 3 leşker û yek jî cerdevan e.
Pevçûn didome.