Li Hambûrgê meşa dirêj a bi şîara, ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu’ bi dawî bû, jinan di rûniştina parlamentoyê de wêneyên mirovên ku di qetlîama Cizîrê de hatin qetilkirin rakirin û çalakî li dar xistin.
ANF
HAMBÛRG
çarşem, 10 reşemiyê 2016, 19:26
Li Hambûrgê meşa dirêj a bi şîara, ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu’ bi dawî bû, jinan di rûniştina parlamentoyê de wêneyên mirovên ku di qetlîama Cizîrê de hatin qetilkirin rakirin û çalakî li dar xistin.
Meşa dirêj a duh ji Neûwîedenthalê destpê kir vê sibehê li semta Wîlhelmsbûrgê dewam kir. Girseya bi dirûşmeyan li pişt posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, danê nîvro gihişt parlamentoya eyaletê. Li parlamentoyê heyetek ji aliyê Parlamenterê SPD’ê Wolfgang Rose û Parlamentera Keskan Fîlîz Demîrel hat qebûlkirin, li ser navê çalakvanan dosyayek pêşkêş kirin. Meşa dirêj bi mîtîngek li Jûngfernstîegê bi dawî bû.
Her wiha saet 15.00’an komek jin ên di beşa temaşevanan a rûniştina parlamentoyê rûdiniştin jî rabûn ser lingan û bal kişandin ser wehşeta li Kurdistanê. Jinan wêneyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin rakirin, bi dengekî bilind bûyer vegotin. Rûniştina ji aliyê gelek rojnamevanî dihat şopandin ji ber çalakiya jinan, 5 deqeyan navber danê. Jinan daxwaz kirin ku li hember pêkanînên rejîma AKP’ê ya faşîst temaşevan nemînin.
Çalakiyên li Hambûrgê, roja Pênçşemê saet 17.00’an bi xeleka mirovan a li pêşiya Satûrnê wê dewam bike.