Hat ragihandin ku di encama teqîna li devera Oremara Colemêrgê de herî kêm leşkerek mir û 15 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Tirkan dane, li qereqola Şitazinê di encama teqîna bombeyek dest dan de leşkerek mir û 15 leşker birîndar bûn. Birîndarên giran rakirin nexweşxaneyên li Wanê.