Hat ragihandin ku piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li hemberî nûqteya kontrolê ya Depînê ya li derveyê navenda bajarê Colemêrgê, pevçûn dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên êvarê de gerîlayên HPG’ê li dijî nûqteya Depîn a Colemêrgê çalakiye li dar xistin. Piştî çalakiyê pevçûn rû da. Pevçûna li herêmê berdewam dike. Êrya Wan-Colemêrg, Colemêrg-Çelê li hatûçûnê hat girtin.