HPG’ê der barê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya di 15’ê Tebaxê de li navçeya Norşîn a Bedlîsê hat lidarxistin û çalakiyên li Gever-Şemizînan û êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê de agahî da û diyar kir ku gerîlayan li navenda Geverê nasname kontrol kirine.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya nivîskî weşan de got; “Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-22.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di navbera Taxê Qişla û Orman de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de gerîlayên me nasname kontrol kirine herweha cejna 15'ê Tebaxê ya gelê civiyaye pîroz kiriye.”
LI NORŞÎNÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Norşîna Bedlîsê de jî agahî da û got; “ Di 15'ê Tebaxê de di saet 21.15'an de li navçeya Norşîna Bedlîsê li dijî Konaxê Hukumetê û nuqteya polîsan a ewlehiya wê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.”
HPG’ê got; “encama vê çalakiyê de hedef bi awayekî bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijminê kuştî û birîndarê xwe bi embûlansa ji herêmê dûr xistiye li dijî herêma çalakiyê û derdora wê operasyonek lidarxistiye. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herêmên Başûrê Kurdistanê bi balefirên şer hatine bombebarankirin û der barê êrîşa hewayî de jî ev agahî hatin dayîn; “4. Di 15'ê Tebaxê de di saet 23.00-24.00'ân de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî herêmên Kanî Cengê, Kortek, Şehîd Savaş û Girê Hîva yê bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de der barê êrîşên li ser herêmên gerîlayan de jî ev agahî hatin dayîn; “Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdekayê li dijî Evdilkovî û Gundê Arê yên bi ser Xakurkê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-16.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgê, Hopê, Girê Xwedê û Gundê Şîrvanê bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 09.30-19.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Garê, Gostê, Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.