Li Nisêbînê Şevbêrkên Hunerê

Li Nisêbînê Şevbêrkên Hunerê

Navenda Çand û Hûnerê ya Şaredariya Nisêbînê di çalakiyên "Şevên Hunerê" de bi sedan kes anîn ba hev.

Navenda Çanda Mîtanniyê çalakiyên "Şevên Hûnerê" li parka Musa Anter dest pê kir. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Rêveberên BDP'a navçeyê, endamên Genel-Îş, KURDÎ-DER, Şaredarê Kertwenê Zekî Kavak, Şaredarê Girêmîra Omer Altun jî di nav de gelek kes tevlî bûn. Koordînatora Navenda Çanda Mîtanniyê Berrîn Aslan axivî û got; "Me xwepêşendanên ku bi dirûşima; 'Hunera Mîtanî di Nisebîna Rengîn de diherike!' destpê kir. Nivîskar û hûnermendên me hê ne azad in. Mixabin ji ber hûner pêş xistine ketine girtîgehan."

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî wiha axivî: "Emê çand, kelepûr û pirçandiya Nisêbînê tu caran pêşkêşî kapîtalîzmê nakin. Lewma em ê ji bo Nisêbîna pirçandî û pirzimanî seferber bibin."

Piştî axaftinan ekîba reqsên gelerî ya Mîtanniyê û Koma Dengê jinên Azad derketin ser dikê.