Li Nisêbînê ji gel û wekîlan serdana taziyeyan
Li Nisêbînê welatî diherikin malên taziyeyên 5 welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.
Li Nisêbînê welatî diherikin malên taziyeyên 5 welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo welatiyên ku di qedexeya 14 rojan de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li taxên Dîcle û Devrîmê taziye hatine danîn û gelê Nisêbînê diherike malên taziyeyan. Li gel parlementerên HDP, rêveberên HDP/DBP'ê gelek welatî di serî de çûn taziyeyên Mûnsûr Aslan, Şerîf Alpar û Nûrullah Kaplan yên li taxa Devrîmê. Parlementerên HDP' û rêveberên HDP û DBP'ê pişt re çûn taziyeyên Hasan Dal û Sedat Gungor ên li Taxa Dîcleyê.
Gelê Nisêbînê tevahiya rojê berê xwe dide taziyeyên li taxên Dîcle û Devrîmê.