Li Nisêbînê gule li taxan tê reşandin

Li navçeya Merdîn Nisêbînê, ku êrîşên dewletê lê dewam dikin, ji maşînên zirxî danê vê sibehê gule li taxên berxwedana xwerêveberiyê hat reşandin.

Li hemberî taxên berxwedana xwerêveberiyê yên Nisêbînê, êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dikin.

Maşînên zirxî yên li dora nexweşxaneya kevn bi cih bûn, nîvê şevê bi çekên giran gule li taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê reşandin. Hêzên dewletê danê vê sibehê jî dest bi gulereşandinê kirin.

Ji ber berxwedana gel, hêzên AKP'ê nikarîbûn bikevin nava taxan.