Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin
Li Nisêbînê ji 4 kesên ku pişti qedexeya kolanan hatin binçavkirin, 3 ji wan hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de xwediyê malpera Nusaybîn Haber Zekî Karakuş jî heye.
Li Nisêbînê ji 4 kesên ku pişti qedexeya kolanan hatin binçavkirin, 3 ji wan hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de xwediyê malpera Nusaybîn Haber Zekî Karakuş jî heye.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, piştî ku du roj berê cara 4'emîn qedexeya kolanan hate îlankirin, xwediyê malpera Nusaybin Haber (nisebin.com) Zekî Karakûş, Bayram Demîr, Tahîr Avci û Alî Tûna hatibûn binçavkirin. Her 4 kes jî îro derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Zekî Karakûş bi îdîaya ku di nûçeyên malperê de "propagandaya rêxistinê kiriye", Bayram Demîr û Tahîr Avcî jî bi îdîaya ku "endamê rêxistinê ne" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û Alî Tûna jî serbest hate berdan.