Li Nisêbînê 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li Nisêbînê 3 çeteyên Qesrê hatine kuştin û balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hatiye xistin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li Nisêbînê 3 çeteyên Qesrê hatine kuştin û balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hatiye xistin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser rewşa dawî ya li Nisêbîna berxwedêr daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 7'ê Gulanê saet di 12:00 de li aliyê Weysîka ya taxa Koçera balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hatiğye xistin û ev balafir di destê hêzên wan de ye.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 7'ê Gulanê piştî nîvro, li aliyê Weysîka yê taxa Koçera, 3 çeteyên xwestin bikevin avahiyekê bûn hedefa yekîneyên me. Di encamê de her sê çete hatin kuştin. Bomberdûmana li aliyê Weysîka bi dijwarî dewam dike."