Li navenda PDK-Î teqîn: 7 mirî, 12 birîndar
Danê êvarî li navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ku li bajarê Koy ê Hewlêrê ye, 2 teqînan rû da. Di encama teqînê de 7 kes mirin, 12 kes birîndar in.
Danê êvarî li navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ku li bajarê Koy ê Hewlêrê ye, 2 teqînan rû da. Di encama teqînê de 7 kes mirin, 12 kes birîndar in.
Îro danê êvarî li navenda PDK-Î teqînê rû daye, mirî û birîndar hene. Li gor nûçeya RojNews ku agahiyên xwe dispêre Berdevkê Asayîşa Koyê Eqîd Adil, di teqînê de 7 kes mirine, 12 kes birîndar in û endamekî asayîşê û karmendek jî winda ne.
Berdevkê Asayîşê diyar kir ku dest bi lêkolînê kirine.
Tê gotin, di teqînê de beşek mezin ji navenda PDK-Î şewitiye.
Hê jî nehatiye zelalkirin bê teqîn ji ber çi rû daye.