Li Mûşê qezaya trafîkê: 5 birîndar

Li Mûşê qezaya trafîkê: 5 birîndar

Li Mûşê di encama tu qezayên trafîkê yên cihê cûda de 5 kes birîndar bûn.

Qezaya ku duriyana Rêya Mûşê ya navçeya Gimgima Mûşê rû da 3 kes birîndar bûn. Wesayîta ticarî ya biplaqeya 49 T 0629 ku ji Gimgimê ber bi Mûşê ve diçû bi wesayîta biplaqeya 01 PE 768 re qelibî û di encam de 3 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê.

Di qezaya ku li Çar Riyana navenda Mûşê de jî rû dayî, cîpa biplaqeya 49 AY 534 ya ku ji Rêya Îstasyonê ber bi Mûşê ve diçû bi wesayîta biplaqeya 21 DP 339 re qelibî. Bi tundiya li hevketinê de 2 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.