Li gundê Adgondira girêdayî Navçeya Kopa Mûşê welatiyekî bi navê Behçet Ekîncî piştî cerdewanan bi ser mala wî de girtin, wî jî girtin bin çavan.
Li Gundê Adgondira Navçeya Kopê ya Mûşê cerdewanan seat di 03.00'an de bi ser mala welatiyê bi navê Behçet Ekîncî de girtin. Ekînciyê ku hate binçavkirin pêşî birin Qereqola Cendirmeyan a Kopê û piştre jî birin Miduriyeta Polîsan a Mûşê. Hate zanîn ku Ekîncî ji ber lêpirsîna li Wanê hatiye binçavkirin û dê wî sewqî Wanê bikin.