Li Mûşê bav û kur hatin girtin

Li Mûşê bav û kur hatin girtin

Welatiyê bi navê Mustafa Samî û kurê wî Cîhat Samî ku di bûyera 27 Heziranê ya li Mezraya Quşareş a giredayî Zikreşa Milezgirtê hatibûn binçavkirin, piştî derxistin dadgehê bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Di 27'ê hezîranê de li mezraya Quçereş a gundê Zîkreşê yê navçeya Milazgirê 2 kesên tê gotin gerîlayên HPG'ê ne bêyî hişyariyê hatin gulebarankirin û pişt re leşker çûn cem cenazeyan û cenaze careke din gulebaran kirin. Di bûyerê de

Cîhat Samî bû bavê wî Mustafa Sayîn hatin binçavkirin. Mustafa u kurê xwe piştî pirsiyariya midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li ifadeya kur û bav guhdar kirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" der barê wan de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.