Li Mûşê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Mûşê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemenî-Ragihandin ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di 27’ê Pûşperê de li bejahiya gundê Zikreş yê navçeya Melazgira Mûşê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 27’ê Pûşperê de li nêzî gundê Zikreş yê navçeya Melazgira Mûşê du gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Di 27'ê Pûşperê de li navçeya Melazgira Mûşê li nêzî Gundê Zikreş di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ya tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 rêhevalên me gihîştiye şahadetê. Her wiha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:

-Şukru Sezer, bi nasnavê Keskîn Suruç, cihê ji dayikbûnê: Riha, sala tevlîbûnê: 2001

-Abdulhakim Kaya, bi nasnavê Mazlûm Agirî, cihê ji dayikbûnê: Agirî, sala tevlîbûnê: 2011