Li Montabaûr ji bo Cizîrê protesto

Li bajarê Montabaûr ê Elmanya qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê ji aliyê jinan ve hat protestokirin.

Li bajarê Montabaûr ê Elmanya qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê ji aliyê jinan ve hat protestokirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Sara ya Bonnê û Komîsyona Jinan a Koblenz li bajarê Montabaûrê jin kom bûn, Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a ku piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin. Çalakvanan bal kişandin ser hevkariya Merkel û Tirkiyeyê, diyar kirin ku li hember qetlîaman bêdengbûn tê wateya hevkariyê.

Çalakî bi dirûşmên “Merkel fînanse dike, Erdogan qetil dike”, “Elmanya çekên xwe ji Kurdistanê bikişîne”, “Duh Kobanê, îro Cizîr”, “Duh Hîtler, îro Erdogan” û “Duh Yahûdî, îro Kurd” bi dawî bû.