Cenazeyên ji 5 gerîlayên ji di pevçûna li Çewlikê de jiyana xwe ji dest dane Murat Demîr li navçeya Hêlwana Rihayê û cenazeyê Lelîhan Koyun jî li navçeya Misirca Sêrtê bi girseyî hatin veşartin. Tevî hemû astengiyan jî bi hezaran kes tevlî merasiman bûn.
Ji 5 gerîlayên ku di pevçûna 10'ê Çewlikê de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê Mûrat Demîr (Serhat Firat) doh ji Meletiyê girtin û anîn navçeya Hêlwana Rihayê û li goristana Yenîkoyê spartin axê
Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî û cîgirê Serokê BDP'a Riahyê Mehmet Çîçek jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasima cenaze bûn. Polîsên ku di ketina navçeyê de tedbîrên berfireh girtibûn destûr nedan cenazeyê Demîr bibin mala wî û xwestin cenaze rasterast bibin goristanê. Malbatê jî dema ku cenaze dibirin goristanê girseya ku li mala şînê radiwestiya bertek nîşanî astengiya polîsan da û ber bi cadeya mezin ve dirûşmeyên "Şehîd namriin", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne" berz kirin û dest bi meşê kirin. Polîsan jî bend danîn ser cadeyê û meş asteng kir. Piştî hevdîtinan girseyê meşa xwe berdewam kir.
'POLÎSÊ AKP'Ê TEHEMÛLÎ CENAZE JÎ NEKIR'
Piştî ku girse gihîşt ser goristanê Demîr li ber dirûşmeyan spartin axê. Di dema deqîqeyek rêzgirtinê de sirûda, 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî di merasimê de axivî û got; "Têkoşîna azadiya kurd çawa li Hêlwanê yekem car destpê kir, bila çavên Murat jî vekirî neçe. Têkoşîna li Hêlwanê heta dawiyê dê bimeşe. Li dijî zilmê gelê kurd dê li pey Muratan de bimeşin. Tekane daxwaza dayîkê ew bû ku cara dawî kurê xwe bibe mala xwe. Van dijminan van polîsên AKP'ê destûra vê yekê nedan. Serokwezîr dê hisaba hevalê Murat çawa bide. Serokwezîr bi hezaran leşkerî rêdike çiyayan. Dema ku vê dike jî li ser misilmaniyê siyasetê dike. Ev yek minafiqî ye."
Piştî axaftinan girse çû mala şînê bû. Li mala şînê jî wêneyên Demîr hatin daliqandin. Dayîka Demîr Zelîha Demîr jî wiha axivî: "Kurê min Mûrat kezeba min peritand. Hêvîdar im ku kezeba dayîkên hevalên wî neşewitin. Xwedê bela xwe li Erdogan bide. Xwedê hevalên Muratê min biparêze."
GERÎLA PELÎN JÎ SPARTIN AXÊ
Gerîlaya HPG’ê Lelîhan Koyun (Pelîn Koçer) jî piştî ku ji cenazeyê wê ji navenda Turgut Ozal a Tibê Meletiyê girtin anîn navçeya Misirca Sêrtê. Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Halîl Aksoy û Husamettîn Zenderlîoglu jî di nav de karwanê ji dehan wesayîtî pêk dihat di ketina êlihê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Di ketina bajêr de gelek wesayîtên TOMA û polîs hatin bicihkirin û destûr nedan konvoya cenaze bikevin Êlihê. Li ser vê yekê di navbera parlementerên BDP'Ê û polîsan de alozî rû da. Piştî saetekê konvoy hat rawestandin konvoy vê carê ber bi Misircê ve bi rê ket. Girseyê serê sibê cenazeya Koyun bir mala wê ya li taxa Yeniyê. Rêvebirên BDP'yî jî di nav de gelek welatiyan cenaze pêşwazî kirin. Piştre cenazeyê Koyun ji vê derê birin mizgeftê û wecibên olî hatin pêkanîn.
JINAN DARBESTA PELÎNÊ DANÎN LI SER MILÊN XWE
Gelek polîs jî destûr nedan girseyê ku bi peyatî bimeşin. Li ser vê yekê di navbera parlementer Uçer û polîsan de xirecir derket. Balkêş bû ku polîsekî di wê kêlîkê de ji Uçer re got; 'bê terbÎye' Piştî nîqaşeke dirêj polîsan destûra meşê dan. Girseya ku darbesta Koyunê danî ser milê xwe cenaze anîn mizgeftê. Tevî hemû astengiyên polîsan jî di seranserî meşê de girseyê dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Piştî ku li mizgeftê wecibên olî hatin pêkanîn jinan dîsa darbesta Koyunê danîn ser milên xwe û ber bi goristana taxa yeniyê ve meşiyan û li goristanê veşartin. Di dema ku cenaze dihat veşartin de wesayîtên zirxî û polîsan jî goristan dorpêç kirin.
Parlementerê Wanê Ozdal Uçer di merasimê de axivî û got; "Gelê Kurd bi salan e têkoşîna azadiyê dide. Li hemberî vê têkoşînê dewlet û hikûmeta AKP'ê jî operasyonên xwe zêde kirine." Bavê Koyun Sabrî Koyun jî wiha axivî: "Keça min di riya Rêbertiya xwe de meşiyaye û tevlî têkoşînê bûye. Ev ji bo me rûmeteke mezin e."
Girse piştî merasima cenaze çû mala şînê bû.