Li Minbicê 4 gundên din ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê de 4 gundên din ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê de 4 gundên din ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê roja 1’ê Hezîranê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin, di roja 5. de didome.
Piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, têkîldarî Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Şems El-Şemal Faysal Ebû Leyla daxuyaniyek nivîskî da û da xuyakirin ku wê ji niha û şûnde wek wefadariya Ebû Leyla, Operasyona Rizgarkirina Minbicê bi navê “Şehîd û Fermandar Faysal Ebû Leyla” bidomînin, şervanan derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan.
Şervanên li Eniya Qereqozaxê, saet nêzî 19:00`an gundên Xirbit İhsan, Melle Sead û Safiya ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Li Eniya Tişrînê jî di heman saetan de gundê Qera ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.
Bi rizgarkirina van gundan ve baskê operasyonê ya Bendava Tişrînê 6 km û baskê Qereqozaxê jî 8 km nêzî bajarê Minbicê bûne.
Şervanên ku bajarokê herî mezin ê li qadê, bajarokê Ebû Qelqel jî rizgar kirin pêşdeçûna xwe didomînin.