Hat ragihandin ku di encama pevçûna li bejahiya navçeya Miksê ya Wanê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimîn de 2 cerdevan mirin û leşkerek birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzî gundê Lîçan demjimêr di 19.39 de pevçûn qewimî. Di pevçûnê herî kêm 2 cerdevan mirin û leşkerek jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku leşkeran vediguhêzin herêmê û pevçûn didome.