Li Midyadê teqîn: Herî kêm 20 polîs mirin
Li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Mêrdîn Midyadê, ku li ser rêya Nisêbînê ye teqînekê rû da. Rayedarekî nexweşxaneyê got, zêdeyî 20 polîs mirin e.
Li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Mêrdîn Midyadê, ku li ser rêya Nisêbînê ye teqînekê rû da. Rayedarekî nexweşxaneyê got, zêdeyî 20 polîs mirin e.
Li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Mêrdîn Midyadê, ku li ser rêya Nisêbînê ye teqînekê rû da.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, tevî ku derdora Midûriyeta Emniyetê bi bendan girtiye jî, wesayîta bombebakirî ji derî ketiye hundir û piştre hatiye teqandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin, hema hema temamiya avahiyê xera bûye û hejmara mirî û birîndaran gelek e.
Hat hînbûn, ji ber dijwariya teqînê xisareke mezin li avahiyên derdorê jî bûye.