Li Mereşê di salvegera qetlîamê de biryara qedexeyê

Walîtiya Mereşê domahiya mehekê li bajêr çalakî û aktîvîte qedexe kirin. Balkêş e ku qedexe di salvegera Qetlîama Mereşê de hat girtin.

Walîtiya Mereşê bi armanca astengkirina bîranînên Qetlîama Mereşê, li bajêr tevahî çalakî û aktîvîte domahiya mehekê qedexe kirin. Di salvegera Qetlîama Mereşê de ku 159 Kurdên Elewî hatibûn qetilkirin, bi sedan mal û kargeh hatibûn talankirin, bi sed hezaran Kurdên Elewî ji Mereşê koç kiribûn, ji hêla Walîtiya Mereşê biryara astengkirina tevahî çalakiyên bîranînê hat girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di salvegera qetlîamê de Orgeneral Hûlîsî Akar jî hat Mereşê.