Li Mêrdînê şahiya mitînga 14’ê Tîrmehê

Li Mêrdînê şahiya mitînga 14’ê Tîrmehê

Li Mêrdînê di çarçoveya xebatên mitînga ji aliyê BDP û KCD'ê ve li Amedê di 14'ê Tîrmehê de dê bê lidarxistin şahiyek hate lidarxistin.

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê li taxa Saraçoglu ya Mêrdînê ji bo mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" şahiyek li dar xist. Di şahiyê de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sihem Elveren Alp axaftinek kir û diyar kir ku, bênavber xebatên mitînga mezin ya 14'ê tîrmehê berdewam dikin û ji bo wan mitîng gelek girînge. Alp anî ziman ku, divê hemû kes bê cudahî tevlî mitîngê bibin.

Alp da zanîn ku, divê ji bo kesên di 14'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Amedê li hemberî hovîtiyê berxwedan li Qada Îstasyonê bibin. Piştî axaftinan hunermendên herêmê derketin ser dikê û demên xweş bi gel dan jiyîn.