Li Mêrdînê serdegirtina malan: Li Qûranê jî geriyan!

Li Mêrdînê serdegirtina malan: Li Qûranê jî geriyan!

Li navçe û navenda Mêrdînê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û zêdetirê 10 kesan binçav kirin. Hate gotin ku di lîsteya dozgeriyê de navê 33 kesan heye.

Yekîneyên polîsan serê sibê li navçeyên Qoser, Dêrîk û navenda Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de Endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê Kemal Ece, Berpirsiyarê Şîrketa Paqijiyê ya Şaredariya Qoserê Reşît Tekdemîr, endamên BDP'ê Çetîn Yuksel, Bekîr Başboga û Davut Oguz, Behçet Bozdemîr jî di nav de zêdetirê 10 kesan hatin binçavkirin. Di serdagirtina malan de CD, flaş belek, qaseyên kompîtûran, wêne û gelek pirtûk hatin desteserkirin. Hate gotin ku polîsan li hinek malan nava Qûranê jî geriyan.

Bi ser Mêvanxaneya Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Qoserê de jî hate girtin û sedema serdagirtinê jî Alîkarê Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan nîşan dan. Polîsan bi ser mala Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê yê berê Kenan Akdogan û li navçeya Dêrsîkê ji bi ser mala Remziye Ecer de girtin, lê ji ber ku tu kes li malan nebûn kes nehatin binçavkirin.

Operasyona li navçe û navenda Mêrdînê dest pê kir, berdewam dike û hate îdîakirin ku di lîsteya dozgeriyê de navê 33 kesan heye. Dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.