Hejmara kesên li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn û Kerboranê yên Mêrdînê hatin binçavkirin derket 6 kesan.
Hejmara kesên li navçeyên Kerboran, Nisêbîn û Dêrîkê yên Mêrdînê yên duh hatin binçavkirin derket 6 kesan. Piştî li Kerboranê Îkram Demîr û Mecît Şahîn hatin binçavkirin li navçeya Nisêbînê Metîn Duran û Kerem Erdem hatin binçavkirin. Li Dêrîkê jî 2 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku, 6 kesên hatin binçavkirin bi hinceta tevlî çalakiyên dijzagon bûn hatin binçavkirin. 6 kes li Midûriyeta Polîsan ya Mêrdînê tên girtin.