Li Mêrdînê di encama lihevketina du wesayîran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. JI birîndaran kesek li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, du wesayît li ser rêya di navbera gundên Dara û Akincilarê li hev ketin û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kesên din jî birîndar bûn.
Di qezayê de kesên bi navê Muhittin Yalçın, Gürkün Yalçın, Zelifer Yalçın ve Muhsin Yalçın, Yılmaz Demir û zaroka ku hêj nav lê nehatibû kirin jiyana xwe ji dest dan. Kesê bi navê Emrah Sonmez ê 26 salî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara miriyan gihişt 7’ê.