Li Mêrdînê li dijî qereqolê êrîş

Li Mêrdînê li dijî qereqolê êrîş

Li dijî avahiya Fermandariya Qereqola Ewêna ya girêdayî Stewrê êrîş pêkhat.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li dijî avahiya qereqola Bajarokê Ewêna ya girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê êrîş pêkhat. Hat ragihandin ku, ji girên bilind yên bajarok û aliyê Ocaxa Tenduristiyê ve çepûrast êrîşî qereqolê kirine. Hat diyarkirin ku, êrîşa ku di demjimêr 03.03 şevê de rûdayî piştî demek kurt bi dawî bû. Piştî ku ji girên bilind dengê çekan qut bû, hat îdîakirin ku qereqolê bêserûber derdor reşand. Hat îdîakirin ku, di êrîşê de tu kes nemiriye û birîndar nebûye. Hat ragihandin ku, li herêmê tevgera leşkerî didome.