Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûna li navçeya Mehserta Mêrdînê qewimî de leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê ragihand ku li Şirnex, Sêrt û Qersê operasyon hene.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê di daxuyaniya da de got; “Di 10'ê Hezîranê de li navçeya Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkerên qereqola gundên Terê li derdora gundê Terê operasyonek hatiye lidarxistin. Heman rojê di saet 19.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin. Leşkerê hatiye kuştin di 11'ê Hezîranê de (îroj) danê sibehê bi helîkopterên skorskyan ji herêmê hatiye dûr xistin. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
LI DIHÊ Û QILABANÊ OPERASYON
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 10'ê danê êvarî li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî derdora gundê Roboskiyê û Çiyayê Tanînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxstin.”
Her wiha hat diyarkirin ku di 8'ê Hezîranê de li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî derdora gundên Dewkê Û Dêrwatê ji aliyê artêşa “dagirker “ a tirk bi rengê kemînvedanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
LI KAXIZMANÊ VEGUHESTINA LEŞKERÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Ev demeke li navenda Agiriyê û naçveya Kaxizmana Qersê ji aliyê artêşa dagirker a tirk leşker û alavên leşkerî tên veguheztin.”