Li Mêrdînê çalakiya sabotajê: 8 leşker hatin kuştin

Li navenda navçeya Mêrdîn Artûklûyê, di çalakiya sabotajê ya li dijî otobuseke ji leşkerên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Jendermeyan a ji berê ve hat tespîtkirin de 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li hemberî tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî hewldanên komkujiyê yên li hemberî berxwedana gelê Nisêbîn û Dêrikê, hêzên gerîla çalakiyek lidar xistin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 2'ê Kanûnê saet di 17:45'an de, li nêzî taax Meydanbaşi ya li navenda navçeya Mêrdîn Artûklûyê, di dema derbasbûna otobuseke ji leşkerên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Jendermeyan a berê hatibû tespîtkirin de, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi gelek ambûlansan rakir nexweşxaneyê û nexweşxane dorpêç kir. Tîma me ya gerîla ya çalakî pêk anî, bi awayekî serketî vegeriya baregehên xwe."

HPG'ê her wiha ragihand ku roja 4'ê Kanûnê saet di navbera 01:00-04:00 de balafirên keşfê li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 4'ê Tebaxê saet di navbera 09:00-09:30 de, li hemberî artêşa TC a li dora Girê Şehîd Zerdeşt ê li herêma Oremarê, çalakiyek hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran li vê derê nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt derdorê."