Li Mêrdînê 20 siyasetmedar hatin girtin

Li Mêrdînê ji 31 rêveber û endamên DBP'ê yên ku 18 roj berê hatibûn binçavkirin 20 kes bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê di 1'ê mijdarê de 31 rêveber û endamên DBP'ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji 31 rêveber û endamên DBP'ê ku piştî 18 rojan derketin pêşberî Dadgeha Ceza ya Sûlhê 20 kes bi hinceta,"endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Ji 31 kesan 11 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

Di nav wan de Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Ahmet Eken, Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Alî Dînler, endemên Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Selîm Aslan, Şeyba Şik, Hevserokên DBP'ê yên Nisêbînê Ziynet Algan û Celal Ata, Rêveberê DBP’ê yê Nisêbînê Necat Kozluk jî hene 20 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.

DAYIKA AŞTIYÊ HAT BINÇAVKIRIN

Li Cizîrê Dayîka Meclîsa Aştiyê Zekiye Akdogan a 55 salî û li Nisêbînê jî 4 kes hatin binçavkirin. Li taxa Yasefê ya navçeya Cizîr a Şirnexê tîmên taybet serê sibê bi ser mala Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Zekiye Akdogan a 55 salî de girtin û ew binçavan kirin. Hate hînbûn ku Akdogan li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê tê ragirtin. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî Alîkarî Hevşaredariya Nisêbînê yê berê Ahmet Dînç, keyayê taxa Eyyûbiye Hayrettîn Çakir, welatiyê bi navê Hayrettîn Saltikalp û welatiyekê ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.

Her 4 welatiyên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.