Li Mêrdînê 10 kes hatin girtin

Li Mêrdînê 10 kes hatin girtin

Ji 12 kesên roja borî li navçeyên Dêrîk û Qosera Mêrdînê hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin, 2 kes jî bidaraza serbest hatin berdan.

Endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê Kemal Ece, Mehmet Gurkan, xebatkarên Şaredariya Qoserê Reşît Tekdemîr, Mûrat Aydin, Îsa Tûran, Selahedîn Ycel, Çetîn Yuksek, Ahmet Başboga, endamê BDP’ê Bekir Başboga, karkerê avadaniyê Davût Ogûz, Behçet Bozdemîr û xebatkarê Şaredariya Dêrikê Alaatîn Ecer yên ji aliyê polîsên AKP’ê ve hatibûn binçavkirin duh di demjimêrên nîvro de sewqî edliyeyê kiribûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, ji kesên sewqî edliyeyê kirin 10 ji wana hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, 2 kes jî bidaraza serbest hatin berdan.