Li Meletiyê êrîşê Elewiyan kirin

Li Meletiyê êrîşê Elewiyan kirin

Li bajaroka Surgu ya Doganşehîrê di navbera Elewî û kesên ku def lê didan de nîqaş derket û piştî nîqaş çêbû de komek hate taxê û êrîşê malên Elewiyan kirin.

Elewî ji ber baweriya xwe ya olî her tim rastî êrîşan tên û li vê yek din jî zêde bû. Li bajaroja Surgu ya navçeya Doganşehîr a Meletiyê du roj berê li hemberî welatiyên Elewî êrîş pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi wesîleya meha Remezanê di dema sahurê de dema def bi awayekî mirovan eciz bike hate lêdan, nîqaş derket. Piştî bûyer mezin bû komekê bi ser taxa Elewiyan de girt û êrîşê malên wan kirin.

Koma ku dest bi meşê kirin camên malên Elewiya şikandin û dirûşmeyên wekî ‘Surgu dê bibe goristana elewiyan’, ‘ Surgu dê ji kurdan re bibe goristan’ hate berzkirin. Komê her wiha bê navber çêr li Elewiyan dan û ligel vê nêzîkaityê jî tu ewlehî nehat girtin. Jina bi navê Hatun Bîgeç diyar ki rku ligel ku agahî dan cendermeyan jî tu mudaxale nehatiye kirin û got ji bo ew jî îro bûyerê protesto bikin dê derkevin kolanan. Bîgeç anî ziman ku di rewşa dewlet pêşî lê negirê de dê pevçûn jî derkeve û got ewlehiya canê wan tune.

Malbatên elewî dê serî li ÎHD Meletiyê bidin.