Li Londonê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Londonê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Ewropayê pîrozbahiyên pêngava 15’ê Tebaxê didomin. Li paytextê Îngilîstanê Londonê 28’mîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîroz kirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê li Londonê bi tevlîbûna girseyekî qerebalix li Navenda Civata Kurd bi şahiyekê hate pîrozkirin. Hevserokê Meclîsa Gel Dûrsûn Laçîn li vir axaftinek kir û diyarkir ku, berxwedana gêrîlayan ya beriya vê 28 salan destpêkir îro jî bi çalakiyê heybet didome. Piştre peyama pîrozbahiyê ya MLKP’ê şandî hate xwendin û sînevîzyon hate danîn.

Şahiya ku bi programekî dewlemend hatî amadekirin, hunermend Çetîn Oraner, Venge Dur, Hakan Xan, Hozan Îbocan derketin ser dikê. Di dawiya şevê de li baxçeyê Navenda Civata Kurdan agir hate vêxistin û dîlan hate gerandin û fîşekên hewayî hatin teqandin.

Meclîsa Ciwana ya Ozgur Ronî jî, ji bo balê bikêşin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Haringey ku gelek Kurd lê dijîn rê li trafîkê girtin.