Li Liceyê leşkeran goristan û mizgeft xera kirin-HAT NÛKIRIN
Li Liceyê di êrîşa leşker û polîsan de "Şehîdgeha Şehîd Harûn û Şehîd Hêvîdar", mizgeft û avahiyên li derdorê bi temamî hatin xerakirin.
Li Liceyê di êrîşa leşker û polîsan de "Şehîdgeha Şehîd Harûn û Şehîd Hêvîdar", mizgeft û avahiyên li derdorê bi temamî hatin xerakirin.
Li dû ragihandina qedexeya derketina derve ya li Liceyê, leşker û polîsên Tirk êrîşî "Şehîdgeha Şehîd Harûn û Şehîd Hêvîdar" kirin û mizgeft û hemû avahiyên li derdorê hilweşandin.
Li navçeya Amed Liceyê, pêkanînên rewşa awarte yên ji 16'ê Cotmehê (În) ve di meriyetê de bûn û êrîşên bi rojan ên li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li Taxa Sîsê, bi dawî bûn û leşkeran xwe vekişandin.
Ji ber dorpêçiya polîsan, di dema qedexeya derketina derve de gel nikarîbû ji mala xwe derkeve derve. Piştî 4 rojan, dema leşkerên Tirk li dû êrîşan xwe ji herêma "Şehîdgeha Şehîd amed û Şehîd Hêvîdar" vekişandin, hovîtiyek li dû xwe hiştin.
MIZGEFT HILWEŞANDIN
Leşkerên ketin şehîdgehê lewheya "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvdarî" xera kirin û qada merasîmê jî bi bombeyên xera kirin. Tevî vê yekê mizgeft, destavxane, depoya avê, mêvanxane û konteynir jî bombebaran kirin û xera kirin.
Leşkeran muzeya tiştên HPG'iyan ên taybet tê de bûn desteser kirin û piştre muze bi bombeyan xera kirin. Dîsa salona li şehîdgehê ya di dema ziyaretan de dihat bikaranîn bi bombeyan hilweşandin. Di bombebaranê de daristana derdora şehîdgehê jî hat şewitandin û li heremê dukel hêj bilind dibe.
Ji ber bombebarana li herêmê hat kirin 5 gor texrîp bûn. Gelek gor ji ber perçeyên şarapnelê zirar dîtin û kevirên wan şikestin. Kolonên derdora şehîdgehê yên kesk, sor û zer hatin boyaxkirin jî ji aliyê leşkeran ve bi madeyên teqemeniyê hatin xerakirin. Dîsa li goristanê 4 wesayîtên welatiyan jî ji aliyê leşkeran ve hatin texrîpkirin.
Welatiyê bûye şahidên êrîşan gotin leşker bi hêzê êrîş li goristanê kir û wiha got: "Bi awayekî hov êrîşê li nirxên me dikin."