Piştî ku gêrîlayên HPG’ê li Lîcê li dijî wesayîta leşkerî çalakiya bombeyî pêkanî û herî kêm 4 leşker mirin, di nav de mala Serokê BDP’a Navçeya Lîceyê Harûn Erkûş jî heyî di ser gelek malan de girtin.
Li navçeya Lîcê ya Amedê di demjimêrên sibehê de dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû dab û, li gorî HPG’ê di teqînê de 4 leşker miribûn. Di teqînê de leşkerek û kesekî di zeviyê de kar dikir jî birîndar bibûn. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpêkirin û her wiha li navend Lîceyê di ser gelek malan de girtin.
Di nav de mala Serokê BDP’a Navçeya Lîceyê Harûn Erkûş, Rêveberên BDP’a Navçeyê Çerkez Gozen û Salih Alparsan, Endamê Meclîsa Şaredariyê Halîs Kaymaz jî heyî di ser bi dehan malan de girtin.
Di serdegirtinan de heya niha endamê berê yê meclîsa şaredariyê Fahrî Çaytaş û esnafekî ku navê wî nehate zanîn hatine binçavkirin. Hate hînbûn ku, kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan ya Lîcê.
Weke din jî sivîlê ku di bûyerê de birîndar bûyî ji bo dermankirinê anîn Amedê û hate hînbûn ku piştre binçavkirine.