Piştî pevçûna di navbera gundên Dêrxust û Sîsê yên navçeya Licêya Amedê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimîn, leşkerên Tirk agir berdan herêmê.
Artêşa Tirk di saetên sibê de navbera gundên Dêrxust û Sîsê yên navçeya Licê ya Amedê bi helîkopterên kobra bombebaran kirin û piştre pevçûn qewimî. Hat ragihandin ku artêşa Tirk piştî pevçûnê herêmê şewitand.
Gundiyên li herêmê dijîn, ragihandin ku ji ber bombebaranê agir bi herêmên daristan ketine û ji bo vemirandina agir bang li raya giştî kirin.