Li Licê bombebaran û pevçûn

Li Licê bombebaran û pevçûn

Artêşa Tirk navbera gundê Dêrxust û Sîsê ya Licê ya Amedê bi helîkopteran bombebaran kir. Piştî bombeberanê ji herêmê dengê çekdan hatin bihistin.

Li navçeya Licê ya Amedê di navbera gundê Sîsê û Dêrxustê li herêma çolterê di saetên sibê 04.00’an de artêşa tirk bi 5 helîkopteran dest bi bombebaranê kir. Di navbera 07.00-07.30’an navber dan bombebaranê û di vê navberê de helîkopterên skorskî keşf kirin.

Piştî navbera nîvsaetê helîkopterê tîpa kobra ji nûve herêm dan ber bombebaranê. Gundiyan diyar kir ku dengê teqînan gelek bi şîdet û hate destnîşankirin ku dibeku bombeyên kazan û çekên giran hatibin bikaranîn. Helîkopeteran piştî bombebaranan 40 deqiqeyan şûn de, ji herêmê dengê çekan bilind bû. Gundiyan da zanîn ku dengê çekan ji her dua liyan jî dihat û gotin der barê wedahiya can de heta niha tu agahî negirtine.

GUNDÊ LI HERÊMÊ ASÊ MAN

Gundiyan diyar kir ku dema ku helîkopteran navber dane bombebaranê gundiyan sewalên xwe birine nava zeviyan û gotin: “Em bi sewalên xwe re asê man man. Me got qey bombebaran qediyaye. Niha gelek gundî li herêma daristanê ye.”

Di nava herêmên qedexekirî yên Walîtiya Amedê de ev daristanê her du gudan jî hene. Gundiyên li cihên bilind dijî yekane çavkaniya wan debarê eve ku sewalkariyê bikin. Lê ev qadênku ji bo sewal bê çêrandin jî hatine qedexekirin.