Hat ragihandin ku, 10 kesên li gundê Bayirli yê girêdayî navçeya Lîca Amedê hatine revandin.
Hat ragihandin ku buyer beriya sê rojan di demjimêrên şevê de rû daye. Çapemeniya Tirkan îdîakir ku, kesên mijara gotinê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatine revandin. Di derbarê yek jê jin 10 kesên ku hatine revandin agahî nehate girtin. Heya niha HPG’ê ne girtiye serxwe û di derbarê mijarê de çi daxuyanî jî nedane.