Li navçeya Koye û Derekotir a Binarê Qendîlê îro ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikûmeta Colanî, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşên girseyî de dirûşmeyên netewî hatin berzkirin û tekezî bi wê yekê hate kirin ku parastina deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê erkekî netewî yê tevayî gelê Kurde û gelê Kurd piştgiriya hev dike.
Her wisa li Derekotir a Binarê Qendîlê jî meşek hat lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên ‘Qendîl û Rojava Yek Xwîn û Yek Cane’ hatin berzkirin. Di meşê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku pêşî li êrişên bi armanca qirkirina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigrin.