Li Kolnê werzîşvan ji bo Amedspor meşiyan
Tîmên fitbolê yên Kurd ên li bajarê Koln û derdora wê yên Elmanyayê bi armanca piştevaniya Amedsporê meşek li dar xistin.
Tîmên fitbolê yên Kurd ên li bajarê Koln û derdora wê yên Elmanyayê bi armanca piştevaniya Amedsporê meşek li dar xistin.
Tîmên fitbolê yên Kurd ên li bajarê Koln û derdora wê yên Elmanyayê bi armanca piştevaniya Amedsporê meşek li dar xistin. Girseya ji Qada Domê heta Qada Neûmarktê meşiyan cezayên ji Amedspor û lîstikvanê wê Denîz Nakî re hatiye birîn protesto kirin. Girseyê qîr kir ku Amedspor ne tenê ye.
Girseya bi banga Kurdistan EU saet 16.00’an li Qada Domê kom bû, bi pankarta “Helwestên xwe yên nîjadperest ên li hember Amedsporê bi dawî bikin, Amedspor ne bi tenê ye” ve dest bi meşê kir.
TJK-E, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, AGÎF, Alinterî, ADHK û Yaşanacak Dunya piştgirî dan meşê. Hin lîstikvanan bi formayên tîmên xwe cihê xwe di meşê de girtin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên rêxistinên tevlî meşê bûne û wêneyên şewitandina mirovên li Cizîrê hatin rakirin.
Di meşê de dirûşmeyên têkîldarî Amedsporê, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin.
Komîteya Amadekar a Meşê û di heman demê de Hevseroka Kurdistan EU Tula Ozçelîk jî diyar kir ku vê meşa ji bo neheqiyên li Amedsporê kirine şermezar bikin û balê bikşînin ser êrîşên li dijî gelê Kurdistanê li dar dixin. Bang li klup û lîstikvanên li Ewropa kir ku li qadan deng bidin. Ozçelîk herî dawî ev bang li lîstikvanên jin kir: “Ne tenê lîstikvanên mêr, ez bang li lîstikvanên jin jî dikim ku bên gel hev û li qadan deng bidin.”
Çalakî bi mîtîngek li Neûmarktê bi dawî bû.