Li Kobanê êrîşa çeteyan hat şikandin

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên li rojhilatê Kobanê, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat şikandin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên li rojhilatê Kobanê, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat şikandin.

Hat ragihandin, ku îro danê sibehê saat di 07:00’an de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan êrîşî herêma di navbera gund Şigrak û Heşê yên 25 kîlometre dikevin rojhilatê Kantona Kobanê bikin. Li ser bersiv dayîna Hêzên YPG’ê  û YPJ’ê êrîşa çeteyan vala hat derxistin û neçarbûn ku ji herêmê birivin.

Piştî reva çeteyan ji herêm şervanên YPG û YPJ’ê dest bi hemleyeke kirin. Şervanan mayîneke ku çeteyan çandibû dîtin û ew bê bandor kirin.