Li Kerkûkê teqîn: 1 mirî

Li Kerkûkê teqîn: 1 mirî

Îro başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê di encama teqîna bombeya ku li rexê rê hatibû danîn de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa li herêma El Vasîtî ya Kerkûkê, êrîşkeran wesayîtek ya aydê Şîrketa Ewlekariya Taybet ya El Barakayê hedef girtin. Di encama teqînê de erkdarekî di wesayîtê de jiyana xwe jidest da, du kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku, birîndarên ku rakirine nexweşxaneya Kerkûkê rewşa wan başe.