Li Kerkûkê semînera li ser berxwedana Bakurê Kurdistanê
Li Kerkûkê, li ser mijarên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê semînerek hat lidarxistin.
Li Kerkûkê, li ser mijarên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê semînerek hat lidarxistin.
Li Kerkûkê, li ser mijarên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê semînerek hat lidarxistin.
Semîner bi beşdariya gelek saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û aktîvîsên li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê pêk hat û nîqaş li ser rê û rêbazên xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê û dijderketina li tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat kirin. Di semînera li avahiya Hizbî Şûî ya Kerkûkê de beşdaran dan xuyakirin, ku divê hikûmet û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li gorî berxwedana li Bakurê Kurdistanê helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bidin.
'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ BÊDENG E'
Kerkûkiyên beşdarî semînerê bûn bal kişandin ser bêdengiya li pêşberî tecrîdê û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li gelê Kurd dike û anî ziman ku bi têrkerî piştgirî ji gelê li Bakurê Kurdistanê re nehatiye dayîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku qedera Kurdan yek e û destnîşan kirin, ku eger di nava çar parçeyan de yekîtiya Kurdan pêk neyê, mîna sedsala bihurî wê sedsala bê jî, bi êş û komkujiyan tijî be.
'DIVÊ EM DI VÊ PÊVAJOYÊ DE HELWESTA XW ZELAL BIKIN'
Rojnamevan Letîf Mecîd li ser pêwîstiya semînereke bi vî rengî ji ajansa me re axivî û got, "Ji bo şikandina bêdengiya li Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, me weke platformeke hevpar organîze kir. Pêwîste weke gelê Başûrê Kurdistanê, di vê pêvajoya krîtîk de divê em helwesta xwe zelal bikin."
'EM Ê BERJEWENDIYÊN CIVAKÊ BIPARÊZIN'
Letîf Mecîd diyar kir, ew ê biryarên hevpar ên semînerê bi daxuyaniyekê re ji raya giştî re ragihînin û got, "Em ê civîn û semînerên xwe yên bi vî rengî bidomînin. Bi belavoka were weşandin re em ê nîşan bidin ku tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin, şermezar dikin û em li cem berxwedana gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê ye. Li hemberî krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê jî, em ê ji bo parastina berjewendiyên gel komîteyeke sîwanî birêxistin bikin. Em bang li hemû mûxalîfên li Başûrê Kurdistanê, her kesên sîstema siyasî ya heyî qebûl nakin dikin, ku piştgiriyê bidin xebatên me."