Îro di demjimêrên siharê de li navend Kerkûk û derdora wê rêze teqîne rû dan û hate diyarkirin ku, di encama teqînê de windahiya can û zirara aborî çêbûye.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, 5 teqînên li herêmên cûda yên Kerkûkê rûdane, lê belê di derbarê kuştî û birîndaran da agahiyên zelal nehatine girtin.
Teqînek li nêzî benzînxaneya Xerînate ya li ser rêya Bexda, teqînek li nêzî binkey polîsan, teqînek li nêzî geraca Kerkûk-Silêmanî û du teqînên din jî li çar riyana Tisîn rû dan.
Lê belê di derbarê kuştî û birîndaran de heya niha agahiyek zelal nehatiye girtin.