BI DÎMEN

Li Kerkûkê pevçûn didomin

Pevçûnên li Başûrê Kerkûkê vê sibehê saet nêzî 07.00’an di navbera hêzên Kurdan û çeteyên DAIŞ’ê de derketin didomin.

Pevçûnên li bajarokê Meryem Beg ê li sînorê başûr ê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê vê sibehê saet nêzî 07.00’an di navbera gerîlayên HPG/YJA Star, hêzên peşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de derketin bi karanîna dualî ya çekên giran ve didomin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên xwe li gundên Westanê û Mûcamma Şehîd bicihkirine, li hember çeperên gerîla û peşmergeyan ên kîlometreyekê dûr e, bi çekên giran êrîş li dar xist. Bi bersivdayina gerîla û hêzên peşmerge ve pevçûnên dijwar qewimîn.

Pevçûnên di navbera hêzên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê hê jî dewam dike, fermandarên gerîla û peşmergeyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê windahiyên girîng dane. Hat destnîşankirin ku di pevçûnan de windahiyên hêzên Kurd tinene.

...