Li Kerkukê buroyên PDK’ê hedef tên girtin û di encama êrîşa bomberî de herî kêm kesek mir û 26 kesjî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li taxên Rehîmawa û Raperîn ya Kerkukê saet li dora 06.00’an de bi awayekî hevdem 3 êrîşên bomberî pêk hatin. Êrîşa yekemîn li ber buruoya PDK’ê ya Rahîmawa pêk hat. Wesayîta ku bombe lê barkiribû li ber buroyê teqiya. Di dema teqînê de kes tunebû û ev yek jî pêşî li bûyereke mezin girt. Teqîn bû sedema xesarên mezin û gelek kesên di rê de derbas dibû birîndar bûn.
Teqîna duyemîn li taxa Pencealî pêk hat. Di dema teqînê de gelek kesên di rê de derbas dibûn birîndar bûn.
Teqîna sêyemîn li taxa Raperîn pêk hat. Li vir buroya KDP’ê hedef hate girtin. Di teqîna vir de 2 rojnameger birîndar bûn.
Polîsê Kerkukê diyar kir k udi êrîşan de 26 kes birîndar bûne û kesekî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Hate hînbûn ku rewşa du kesan jî girane.