Li herêma Dobîz ya ser bajarê Kerkûkê ve boriya veguhestina petrola xam hate teqandin.
Li gorî çavkaniyên polîsên Kerkûkê hate diyarkirin ku, vê sibê çend kesên nasnameya wan nehat zanîn 5 bombe bi boriyên neftê yê herêma Dobîz ve teqandin. Polîsan, destnîşan kirin ku, bi sedema teqînan agirekî geş bi boriyên neftê ket û ziyaneke gelek mezin ya aborî pêk hat.